Polmeco
English Polski Kurdi عەرەبی العربية Türkçe
English Polski Kurdi کوردی العربية Türkçe

Li ser Polonyayê

Polonya, navê fermîyî Komara Polonyayê ye, di Ewropaya Navîn de cih digre. Li gor mezinya axa xwe Polonya 69emîn welatê mezin li dinyayê ye û ya 9ê di nav Ewropayê de ye. Xelkê Polonyayê ji 38.5 milionan zêdetirin. Li gor hejmara rûniştvanan Polonya welatê 34ê li cihanê û yê 6ê di nav Ewropayê de ye. Warszawa (wek Varşava tê xwendin) paytextê Polonyayê ye, hejmara rûniştvanên wê 1,7 milionin û bajarekîȋ herî mezin yê polonyayê ye. Bajarên din yên giringên Polonyayê evin: Kraków (paytexteke kevin, li vir Nûneratiya Hêrema Kurdistana îraqê ya li Polonyayê heye), Łódź (Woc), Wrocław (Vroclav), Poznań, Gdańsk û Szczecin (Șçetsin).

Polonya welatekî demoratîke, serokkomarê xwe heye. Serokkomar her 5 salan bi dengê xelkî tê hilbijartin. Hikûmet ji civata wezîran bi serokatiya serokwezîrî pêk tê.

Aboriya Polonyayê bi derameta xwe ya zêde dikeve rêza aboriyên zu pêşkeftî di nav Yekitiya Ewropayê de. Bazarê hundirê welêt xurt e, deyna xwemalî nizme, xwedî diravek zindîye û bazirganîya wê tenê bi coreyekê taybet ve girêdayî nîye. Ji welatên ewropî Polonya bi tenê neketiye krîza aborîya dawîyê ya sala 2000êȋ. Di sala 2009ê de GDPya wê ya herî mezin bu di nav welatên ewropî de. Di sala 2012ê jî aburîya polonyayê neket bin krîza aburî ya hestayî di cîhanê de.

Polonya wek dewletek bi hêza aboriyê ya hêremî di nav Ewropa yê de tê nas kirin. Sedî çil (40%) ji 500 kompaniyayên herî mezin yên vê deverê li Polonyayêne. Di nav sektora kiştûkalê de gelek kêlgehên xwemalî hene. Xwedî potansyeleke bihêze ku di nav Yekitiya Ewropa de bibe berhemdêrê xwarinê ya herî mezin.

Endustriyên herî mezin û giring yên Polonyayê

Senterên R&D (Research and Development Centers/ Senterên Lêkolînê û Pêşxistinê). Li Polonyayê nêzîkî 30 senterên lêkolînê u pêşxistinê hene, sazîyên wiha yên biyanî li polonyayê de pêşkeftinên berçav bi dest anîne. Yek ji sebebên wê perwerdeya bilind ya polonîyane ku gelê poloniyayê yek ji bi perwerdetrîn gelên ewrupî tên hejmar kirin.

Endustriya balafirsazîyê – Polonya bi çêkirina balafirên cor bi cor (yên sportê, yên rêvînganȋ, yên kûştukalî, rahînan, helîkopter, firokeyên bêmakine, perçeyên jibo balafir û balafirsazî yê) û nujen kirina wan navudengê xwe heye.

Endustriya Erebesazî (Bizwên/makine, tayê otombêlan, palgehên otombêlan, kelupelên nava otombêlan, elektronîk, kabloyên elektrîkîȋ, sistema stopê yên trombelan).

Senterên xizmetê – zedê ji 30 kompaniayên navdewletî senterên BPO (Buisness Process Offshoring/Proseseke vekirina nûneratiyên kompanyayên mezin û peydakirina karkeran li Polonyayê) li Polonyayê vekirine. Saziyên BPO xizmetên gelek fireh pêşkêş dikin, bo nimûne: sistema IT (Information Technology/Teknolojiya Agahîyan), fînans û defterdarî, lêkolîn û pêşxistin, embar û lojîstîkên kargehên mezin.

Endustriya amerên male – Gelek ji saziyên herî mezin yên ku amîrên malê çêdikin fabrikên xwe ji bo Polonyayê veguhastine: BSH Bosch und Siemens Hausgeraete GmbH, Indesit Company, Whirlpool, Electrolux, The Fagor Electrodomesticos Group.

Endustriya keştîsazîyê – Keştiyên polonî jibo spanya, Almanya, Fransa û îngilterê tên firotin û bi qiymeta herî baş û nûjen tên naskirin.

Organic agriculture – Kiştûkala Polonyayê gelek corên xwarinên ekolojîk, bi tam û bi fiyatên pêşbirkî pêşkêş dike. Berhemên kiştûkalî yên polonî di nav Ewropayê de wek berhemên hêja, sax û bi tam tên naskirin. Berhemên me yên herî baş û navdar evan in: meywe, sebze, goşt, ava fêkiyan, u şêrînatî yên cor bi cor.

Geşt û guzar jibo saxlemîyê – Polonya heftemin welatê ewropî ye li gor xwedî buna kaniyavên kanzayî yên ku ji bo merema saxlemîyê tên bikar anîn. Piraniya van kanîavên kanzayî dikevin herêmên bi seqayekî xweş li sozanên pir ciwan mîna parkên netewî u cihên parastî yên xwezayî û jîngehî li alîyê dewletê. Geştiyar ji bilî çareserîyê dikarin aramîya xwe li sozanan, li nêzîkî deryaçeyan an li serê çîyan derbaz biken.

Polonya – sentera sermayeyê – Warszawa (Varşava) dibe sentera fînans an ji aburî ya Ewropaya Navîn û Rojhilatê. Senterên sermayedarî yên paytextî, bo nimûne Bazarê Kaxezên Darayî ( kaxezên bihadar) ya Warszawayê (WSE) bi awayekî bihêz li krîza aburîya navnetewey derbaz bu û ji ber vê yekê aboriya Polonyayê bala hemûyan di nav Ewropayê de dikişîne. Li ser listeya Bazarê Kaxezên Darayî ya Warszawayê zêdetir ji 500 kompanyayan hene.

Di salên dawî de berpirsyarî û cihê Polonyayê di qada karên dervê, peywendiyên di navbera gelek netewe û welatên din yên ewrupî û cîhanî de berz bûye. Polonya endamê gelek rêxistinên navneteweyî ye, bo nimûnê: Yekitîya Ewrupayê, Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO), Neteweyên Yekbûyȋ (UN), Rêxistina Cîhanî ya Bazirganȋ, Rêxistina Hevkarî û Pêşxistina Aborî (OECD), Devera Ewropayê ya Aborî, Ajansa Navdewletî ya Enerjîyêȋ, Encumena Ewropayê, Rêxistina Asayiş û Havkariyê di Ewropayê de.

Ji bo aghadariyên bêtir li van malperan binihêre:
www.poland.gov.pl, www.eksporter.gov.pl