Polmeco
English Polski Kurdi عەرەبی العربية Türkçe
English Polski Kurdi کوردی العربية Türkçe

Debrarê Sazîya Me

Armanca çalakiyên sazîya POLMECO Sp. z.o. o xizmetên konsultingê u çêkirina peywendiyên di qada biznesê de ya di navbera Polonyayê u Herêma Kurdistana Îraqê ye. Ev Sazîye di sala 2013 hat saz kirin lê tecrubeya me pir kevintir u kurtire. Karmendên me di karên xwe de pispor in. Tecrȗbeya me ya gelek salan ya di qada bazirganiya navdenetewî de heye u ji bilî vê pisporên çanda kurdî jî alikarên me ne. Sazîya me li bajarê Krakovê ye. Krakov paytextê herêma Malopolskayê ye, yek ji bajarên Polonyayê yên herî kevnar e. Małopolska jî yekem herêma Polonyayê ye ku sala 2011 bi Herêma Kurdistana Îraqê peymana hevkarîyê îmze kiriye. Nîneratiya Hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê jî li Krakovê ye.

Pêş sala 1990 veguhartina bazirgani u aborî ya salekê di navbera Îraq u Polonyayê bi qasî 250 milyon dolaran bu. Nêzikî 2,5 hezar pisporên polonî li Îraqê dixebitîn u mînaka pisporên hêja xwe da nasandin u îro jî bi awayekî baş tên bibîranîn. Loma jî em dixwazin ku ev tecrȗbeya hevkariya bazirganî ya baş u giring bi pêşve biçe u hêvidar in ku bikarin peywendiyên aborî di navbera Polonya ȗ Herêma Kurdistana Îraqê geş u nȗjen bikin. Em pê bawer in ku gelek kelȗpel u xizmetên polonî hene ku di bazarê kurdî de bi nirxeke bilind dikarin bibin nasandin u alikariya di prosesa pêşxistina Herêma Kurdîstanê de bikin.

Armanca me ya herî giring avakirina peywendiyên aborî yên saxlem u drêjin. Em dixwazin bersiva daxwazên bazara kurdî ya îro bidin u di peydakirina xizmet u havkarên bazirganî yên polonî de alikariya we bikin. Hun dikarin bi zimanê inglizî, kurdî u erebî kontakta me bikin.